JÎNGARÎ
POLAT CAN
پۆلات جان

(Polat Jan, z. 1980, Kobanî).

AGAHIYÊN GIŞTÎ

Nivîskarekî kurd e. Di sala 1980yî de li Kobanê ji dayika xwe bûye. Ew bi kurdî, erebî û tirkî dinivsîne. Ev gelek sal in bi karê rojnamegerî û nivîskariyê re mijûl dibe. Di gelek kovar, rojname, malper û alavên din yên ragihandinê de kar kiriye. Her wiha jî di dehan kovar û rojname û malperan de dinivîsîne. .

Polat Can yekemîn radoyoya kurdî ya bi navê CUDÎ FM vekir. Her wiha 3 radoyên din bi navê Kobanê FM û Rojava FM û Efrîn FM vekirin. her wiha Telvîzyoneke herêmî bi navê JÎN TV vekir. Polat Can konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ava kir û bû koordînatorê wê yê giştî. Gelek pirtûkên wî bi sê zimanan çap bûne.

ŞOREŞGERÎ

Polat Can yek ji çalakvanên kurd e ku gelek salên dûr û dirêj di nava xebatên azadiya Kurdistanê de li gelek cih û xebatan de cih girtiye. Wî di nava refên şoreşa azadiyê de têkoşîn ji bo rizgariyê kiriye.

Di navbera salên 2011 û 2013 de konfedresyona xwendekarên Kurd ên welatparêz avakiriyê û wek kordînatorê giştî bi rêvebiriye.

Polat Can yek ji damêzrênerên YPG ye û di nav de bi awayekî aktîv kar û xebat kiriye. Di sala 2013an de bû berpirsyarê navenda giştî ya ragihandina YPG û berdevkê ragihandinê. Di sala 2014 heya 2016 nûnerê YPG di koalîsyona navdewletî ya li dijî Daiş de dikir.


BERHEMÊN WÊJEYÎ Û LÊKOLÎN

Ah ya Sexîretî آه يا صغيرتي - 2002 (bi erebî)

Navname - 2003 (bi kurdî)

Berfa Germ - 2004 (bi kurdî)

Edduba - 2004 (bi kurdî)

Zimanê Firîşteyan [[لغة الملائكة]] - 2005 (bi erebî û kurdî)

Afaq Konfedraliyê آفاق كونفدرالية - 2006 (bi erebî)

Göçmen Yürekler - 2006 (bi tirkî)

Qulingên Rewanê - 2007 (bi kurdî)

Nîsa'el Qurunful نساء القرنفل- Helbest 2009 (bi erebî)

لمحات عن حزب العمال الكردستاني- 2009 Afaq Al Hel (آفاق الحل) 2011

Projeyên Pratîkî yên Avakırına Rêveberıya Xweser (المشاريع العملية لبناء الإدارة الذاتية)

موجز عن تاريخ اللغة الكردية - 2012

مدخل إلى الأعلام الكردية - 2012 غربلة الأفكار Fî Neqd El-Aqıl El-Şerqî (في نقد العقل الشرقي)

من روجافا إلى شنكال


KARÊ DI ÇAMENIYÊ DE

Kovara yekîtiya Azad

Rojnameya Mezopotamya (bi ermenî û kurdî)

Kovara Şarq Al-Awsat (bi erebî)

Kovara parastina gel (bi erebî)

Rojnameya Roja Cıwan (bi erebî û kurdî)

Rojnameya xwendekar (bi erebî û kurdî)

ragihandina YPG

‘Min tenê dikarîbû şervanî bikira, lê min fêm kir ku şervaniya herî mezin ji bo kurdan, hilgirtina PÊNÛSê ye’

POLAT CAN